Xemxurê Kurdî û Kurdistanê nivîskar Zeynel Abidîn Han wefat kir

Xemxurê Kurdî û Kurdistanê nivîskar Zeynel Abidîn Han wefat kir

PeyamaKurd - Nivîskar, helbestvan û weşangerê Kurd Zeynel Abidîn Han îro 26ê Sibata 2020an li Almanyayê ji ber krîza dil koça dawî kir.

Zeynel Abidîn Han kurdekî niştîmanperwer bû ku piranî derbarê ziman û serxwebûna Kurdistanê de dinivîsand.

Nivîskarê dilsoz beriya niha li ser rûpela xwe ya facebookê gotibû, “Mirov divê berî ku Serxwebûnê bibîne, nemre. Mirov divê ji bo mirineke wisa bixebite û bitêkoşe. Mirov wê demê jixwe nemir e.”

Di dewamê de jî gotibû: “Em tenê bi Kurdî dikarin xwe ji tunebûnê rizgar bikin û em tenê bi hizra serxwebûnê dikarin welatê xwe ji dagîrkeran rizgar bikin.”

Zeynel Abidîn Han li gundê Gimgim a Mûşê yê Qilçixê ji dayîk bûye û ji ber sedemên siyasî salên dirêj e koçberî Ewropayê bûye.

Li Enqerê zanîngeha felsefe xwendiye û dûv re bi demekê ve mamostetiya felsefê kiriye û piştre ji ber sedemên siyasî mecbûr maye û derkeve Ewropayê.

Zeynel Abidîn Han gelek caran ji ber raman û xebatên xwe hatiye zîndanîkirin. Bi zaraveyên kurdiya Kurmancî û Zazakî (Kirmanckî) û helbest, çîrok û roman nivîsandine.

Zeynel Abidîn Han demekê li Berlîn edîtoriya Weşanên Evra kiriye û herwiha di sala 2015an de dest bi edîtorîya Kovara Xwenasê a felsefeyê kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin