PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Mongolyayê parlamenterê Partiya Demokrat ku di heman demê de Parêzgarê Saint Sum a li Mongolya Navîn e bi lêdanê hatiye kuştin.
Desthilatdarên Mongolî duh (Yekşem) ragihand ku berbijarê Partiya Demokrat a opozîsyonê, beriya hilbijartinên parlamenê ku wê vê mehê bêne kirin, bi lêdanê hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya AFPê, di daxuyaniya polêsê Mongalyayê de hat diyarkirin ku kesê mexdûrê ku nasnameya wî nehate zanîn endamê Partiya Demokrat û waliyê herêma Saint Sum a li Mongolya Navîn e.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku namzed roja Şemiyê hatiye kuştin, lê belê nehat zelalkirin ku bûyer çawa pêk hatiye.
Di nûçeyên medyaya herêmî de hate ragihandin ku navê wî B. Pianmonkh e.
Di daxuyaniya partiya xwe de jî Pianmonkh wekî ‘BP’ hate danasîn.
Di daxuyaniya Partiya Demokrat de hat gotin ku “Em bi xemgînî radigihînin ku stêrkek demokrasiyê, bi destên kesên hov û dirinde hate kuştin.”
Li ber çavê endamên partiya desthilat hate kuştin
Partiya Demokrat di daxuyaniya xwe de da zanîn ku BP, roja şemiyê, di derdora demjimêr 22:00yan de, di civîneke ku 5 endamên Partiya Gel a Mongolya ya desthilatdar jî beşdar bûn de ji aliyê kesên din ve hatiye kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin