Sanchez: Em ê zorê bidin Kongreyê ku Dewleta Filîstînê nas bike

Sanchez: Em ê zorê bidin Kongreyê ku Dewleta Filîstînê nas bike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez, di civîna rojnamevanî ya li Şilîyê de ragihand, “Beriya ku peywira min li 2027an bidawî bibe, em ê zorê bidin Kongreyê daku dewleta Filîstînî nas bikin.”

Pedro Sanchez ku yek ji serokên welatên rexneyên tund li êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzeyê dike li paytexta Şîlî Santiagoyê di civîneke rojnamevanî de got:

"Beriya peywira min di sala 2027an de bidawî were, em ê zorê bidin Kongreyê ku dewleta Filîstînê nas bike. Ez vê di baweriya xwe ya ehlaqî de û ji bo dozeke mafdar ku di heman demê de yekane rêya çareseriya aştiyane çareseriyeke du dewletî ye dixwazim bikim.”

Sanchez di meha Kanûna 2023yan de, bal kişandibû ser dîmenên şerê Xezzeyê û gotibû, Îsraîl hiqûqa navdewletî ya mirovî binpê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin