Pentagonê, li ser wan topên uranyumê daxuyanî da

Pentagonê, li ser wan topên uranyumê daxuyanî da

PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku topên uranyuma kêmbûyî yên ku dê Amerîka bide Ukaynayê, dê di tankên Abramsê de bên bikaranîn.

Pentagonê, di daxuyaniya navborî de diyar kir ku ew ê 175 milyon dolar alîkariya berevaniyê ya ji bo Ukraynayê ku di nav de "alavên berevaniya asîmanî yên din, cebilxaneyên topavêj, çekên dijî tankan, bermîlên uranyuma kêmbûyî û alavên din ên alîkariyê bidin Ukraynayê ku li dijî êrîşên Ukraynayê bên bikaranîn.”

Hat ragihandin ku topên uranyuma kêmbûyî ji bo tankên 31 M1 Abrams e ku dê Amerîka bide Ukraynayê.

Pisporê nukleerî û lêkolînerê siyasetê li navenda ramanê ya RAND-ê Edward Geist nirxand ku van guleyan hin taybetmendiyên xwe yên radyoaktîf diparêzin, lê reaksiyonên nukleerî mîna çekek nukleerî nîşan nadin.

Geist da zanîn ku gule gelek qalind in û leza wan a zêde heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin