Daxuyaniya nû ya "agirbestê" ji Biden

Daxuyaniya nû ya "agirbestê" ji Biden

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Joe Biden diyar kir ku Hamasê hê jî teklîfa peymana agirbesta li Xezzeyê ya ji sê qonaxan pêk tê îmze nekiriye û got, "Em ê zexta li ser Hamasê bidomînin."

Serokê Amerîkayê Biden di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku bi Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy re di çarçoveya Lûtkeya Lîderên G7 ya ku li Îtalyayê hat lidarxistin de li dar xist de bersiva pirseke derbarê rewşa dawî ya Xezzeyê da.

Biden li ser pirsa nêrîna wî ya derbarê vegera Hamasê de ku tê de daxwazên hin guhertinên derbarê agirbesta li Xezzeyê jî hene, diyar kir ku pêvajo berdewam e û bersiva wî ya dawî nîne.

Biden got, "Min ji bo peymanê pêşniyarek pêşkêş kir û ev pêşniyar ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, G7 û Îsraîlê ve hat piştgirîkirin. Astengiya herî mezin heta niha redkirina Hamasê ya îmzekirina peymanê ye ku berê jî pêşniyareke bi heman rengî pêşkêş kiribûn. Em ê bibînin ka ew ê encaman bide (a) Em ê zextên xwe bidomînin.”

Ji aliyê din ve, Biden di çalakiyeke din a ku di çarçoveya Lûtkeya Lîderên G7 de beşdar bû, bersiva pirseke derbarê agirbesta li Xezzeyê da û diyar kir ku ew ne bawer in ku wê agirbest pêk were û got, "Lê belê, min hêviya xwe winda nekiriye divê Hamas gavekê bavêje."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin