PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser bûyera kuştina pisporê ewlekariyê yê Iraqê Hîşam El- Haşîmî ku li Bexdayê duşema borî hat kuştin, peyamekî belav kir û xwest ku kujerên wî bên girtin. Pompeo li wezareta karên derve ya Amerîkayê weha got:
“Hîşam el-Haşîmî bo avakirina Iraqeka desthilat û serbixwe xwe bexş kiribû û hat kuştin. Ew ji aliyê mîlîsên ku ji aliyê Îranê de tên destekkirin, daîma dihat tehdîdkirin. Em hemû bûyerê şermezar dikin. Em bang li hukumeta Iraqê dikin ku kujerên wî derxiin ortê, wan derxin dadgehê û cezabikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin