YNK dixwaze Qûbad Talebanî bibe Cîgirê Mesrûr Barzanî

YNK dixwaze Qûbad Talebanî bibe Cîgirê Mesrûr Barzanî

PeyamaKurd - Serokê Frakisyona YNKê di Encûmena Parêzgeha Hewlêrê de Rêbaz Bîrkotî got, berbijêrê YNKê ji bo kursiyê cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî ye.

Piştî civîna PDK û YNKê ya 5ê Sibatê ku biryar hat standin 18ê vê mehê Parlamentoya Kurdistanê bicive, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand: “Di civîna yekem a Parlamentoya Kurdistanê de dê desteya serokatiya Parlamentoyê bê hilbijartin.”

Rêbaz Bîrkotî ji malpera KDP.infoyê re ragihandiye: “Serokê Parlamentoyê dê ji bo YNKê be û 2 jin ji bo wî kursî hatine berbijêrkirin û rêveberiya YNKê dê biryarê bide ku kîja ji wan bibe seroka parlamentoyê.”

Berbijêrê PDKê ji bo serokatiya hikûmetê, Mesrûr Barzanî ye û derbarê cîgirê wî de jî Rêbaz Bîrkotî dibêje: “Berbijêrê YNKê ji bo cîgirê Mesrûr Barzanî, Qûbad Talebanî ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin