Rûsya ji rêkeftina asmanên vekirî ya ligel Amerîkayê vekisiya!

Rûsya ji rêkeftina asmanên vekirî ya ligel Amerîkayê vekisiya!

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, îro 7ê Hezîranê yasaya vekişîna ji Rêkeftina Asmanên Vekirî ya ligel Amerîkayê ku rê dide firînên çavdêrîyê yên bê çek li ser welatên endam îmze kir.

Hêjayî gotinê ye, Amerîka jî sala borî ji wê rêketfinê vekişiyabû û Rûsyayê hêvî dikir di hevdîtina Biden û Pûtîn ya 16ê Hezîranê li Cenevê de ew mijar ji nû ve were gotûbêjkirin.

Lê belê rêveberiya Biden qebûl nekir ku wê mijarê bi Rûsyayê re gotûbêj bike.

Kremlînê îro Duşemê eşkere kir, biryara Amerîkayê ya vekişîna ji peymanê hevsengîya berjewendîyan di navbera endamên peymanê de têk bir û Rusya neçar kir ku jê derkeve.

Kremlînê diyer kir, “Vê yekê zirarek mezin gihand pêkanîna peymanê û girîngiya wê di avakirina pêbawerî û zelalbûnê de, peyman bû (sedema) gefek li ser ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin