PeyamaKurd - Wezîre bergiriyê yê berê yê Amerîkayê Donald Rumsfeld ku di mesela Afxanistanê û Iraqê de xwediyê roleka girîng bû di 88 saliya xwe de li mala xwe ya New Mexicoyê koça dawiyê kir. Ragihandin ji aliyê malbata wî de hat kirin. Di beyana malbatê de weha hat gotin:
“Dîrok, dê wî bi xizmeta giştî ya bo 60 salan bibîrbîne. Lê yên ku wî herî baş nasdikin û ji ber wê jî ya ku jiyana wê heya dawiyê biguhire hevjîna wî Joyce, malbata wî û hevalên wî, hezkirina wî ya ji hevalên wî, bi jiyana xwe ya ku bo welatê xwe bexşandibû û bi duristiya wî, dê wî bînin bîra xwe.”
Rumsfeld, di wexta serokê Amerîkayê Gerald Ford de, di salên navbera 1975-1977 de wezîrê bergiriyê bû. Endamtiya kongreyê, nûnerê bo NATO yê, di dewra George W. Bush de wezîrê bergiriyê bû.
Bo Saddam Huseyin ji ser hukum bikeve yê ku gotibû sîlihên wî yên kîmyewî yên komkujiyê hene Rumsfeld bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin