PeyamaKurd- Keybanû Elizabetha 2yem, di salvegera yekem a mirina xwe de li Brîtanyayê tê bibîranin. Ji aliyê hikûmeta Brîtanyayê ve hat ragihandin ku dê îro li seranserê welêt çalakiyên bibîranînê bên kirin.
Keybanû Elizabetha 2yemîn ku par di 8ê Îlonê de di 70 saliya xwe de koça dawî kiribû, îro dê li seranserê Brîtanyayê bi çalakiyên cihêreng bê bibîranin.
Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak, di derbarê salvegera Elizabeth de daxuyanî da û diyar kir ku dilsozî û xizmeta Keybanû Elizabeth a ji bo welêt û endamên Yekîtiya Neteweyan gelek zêde ye û daxuyaniyê bi vî awayî berdewam kir:
“Sipasiya me, ji bo jiyanek wisa balkêş a dilsoz û xizmetguzarî her ku diçe mezin dibe heye."
Sunak diyar kir ku dema ku ew Wezîrê Darayiyê yê Brîtanyayê bûye, ew di hevdîtinên ligel Elizabeth de gelek di bin bandora aqil, germahî û nêzîkbûna wê de maye.
Key Charlesê 3yem ku lawê Elizabethê ye, di çarçoveya bibîranîna dayîka xwe de peyamek arasteyî gelê welêt kir û got:
"Di yekemîn salvegera mirina Keybanû û hatina min a ser text de em wê bi bîr tînin. Jiyana wê ya dirêj, dilsoziya wê ya ji bo xizmetê û wateya wê ji bo me hemûyan girîng e."
Her wiha ji bo merasîma ku tê ragihandin dê kurt be, ji xeynî şêniyên ku berê bi Keybanûyê re hevdîtin kirine dê mêvanên din neyên qebûlkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin