May û Trump li ser cezakirina berpirsên êrîsa kîmyewî li hev kirin!

May û Trump li ser cezakirina berpirsên êrîsa kîmyewî li hev kirin!

PeyamaKurd- Serokwezîra Brîtanyayê û Serokê Amerîkayê ji bo bersiveke navnetewî li dijî berpirsên êrîşa kîmyewî li hev kirin.

 Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May û Serokê Amerîkayê Donald Trump di telefonê de bi hev re axivîn. Di axaftinê de Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May got ku êrîşa çekên kîmyewî sûcekî giran e. Divê hêzên navnetewî vê bûyerê şermezar bikin û bersiveke tund bidinê. Divê berpirs werin cezakirin.

Theresa May berî vê jî bi Serokomarê Fransayê re di telefonê de axivîbû û di vê mijarê de bi Serokomarê Fransayê Macron re jî li hev hatibûn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gotibû ku divê êrîşa çekên kîmyewî di demeke nêzîk de were cezakirin û ji bo Serokomarê Sûriyê Esed jî peyvên giran bi kar anîbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin