Wezîrê Derve yê Amerîka diçe Îsraîlê

Wezîrê Derve yê Amerîka diçe Îsraîlê

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir, ew ê sibê biçe Îsraîlê û got, "Piştgiriya me ya ji bo Îsraîlê bênavber dewam dike."

Blinken di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civaki X de eşkere kir, ew sibê ji bo ku bi rayedaren Îsraîle ra rasterast tekiliye deyne, serdana Îsraîlê dike.

"Ez ê sibe biçim Îsraîlê da ku bi hevkarên me yên Îsraîlî re li ser rewşa li ser erdê rasterast têkilî deynim û li ser çawaniya piştgirîkirina wan di têkoşîna li dijî van êrîşên terorîstî de nîqaş bikim." Blinken got, "Piştgiriya me ya ji bo Îsraîlê bênavber dewam dike."

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di daxuyaniya xwe de tekez kir, ev serdan wê bibe peyama “hevgirtin û piştevaniyê.”

Miller got, di çarçoveya serdanê de, Blinken wê li ser "çawa çêtirîn berdewamkirina piştgirîkirina" Îsraîlê gotûbêj bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin