Balyozxaneya Fransayê derbarê êrîsa li ser Pêsmerge daxuyaniyek belav kir

Balyozxaneya Fransayê derbarê êrîsa li ser Pêsmerge daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd Balyozxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê, derbarê êrîşa li ser Pêşmerge ya li çiyayê Metîna daxuyaniyek belav kir û da zanîn: “Pêşmerge hêza rewa ya Herêma Kurdistanê ye û hevpeymanê ye li dijî DAIŞê. Em her destdirêjiyeke li ser can û selametiya wan şermezar dikin.”

Balyozê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Olivier Decottignies, derbarê êrîşa li ser Hêzên Pêşmerge li çiyayê Metîna daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Balyozxaneya Giştî ya Fransayê, serxweşiyên xwe arasteyî gelê Kurd û malbatên wan 5 Pêşmergeyan dike” ku di êrişê de şehîd bûne.”

Balyozê Giştî yê Fransayê, hevxemiya xwe ji bo kesûkarên qurbaniyan û birîndaran derdibire û dide zanîn: “Pêşmerge di çarçoveya destûra federal a Iraqê de erkê xwe bicih dike û dema ku rastî êrîşê hat, li ser encamdana erkê xwe bû.”

Li Çiyayê Metîna li sînorê nahiyeya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê, roja Şemiyê, otomobîleke Hêzên Pêşmerge rastî êrîşekê hat û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 7 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn. Wezareta Pêşmerge, li ser êrîşê daxuyaniyek dabû û eşkere kiribû ku di dema pêkanîna erkekî de, hêzên Pêşmerge ketine kemîna PKKê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin