Damezrênerekî Eniya El Nusrayê li Idlibê hat kustin

Damezrênerekî Eniya El Nusrayê li Idlibê hat kustin

PeyamaKurd –Yek ji damezrênerê Eniya (Cepha) El Nusrayê yê bi navê Ebu Maria el-Kahtani li bajarê Idlibê di encama êrîşekî de hat kuştin.

Li gor ragihandina Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) fermandarê ku bi eslê xwe Iraqiye yê bi navê Ebu Maria el-Kahtani li başûrê Rojhilatê Sûriyê li devera ku di bin kontrola wan de ye, di êrîşekî xwekujî de hatiye kuştin. El Nusra di ser medya bi navê Emcedê daxuyanî daye û tê de gotiye:

“Şêx Ebu Maria el-Kahtani ji aliyê kesekî endamê IŞİDê de, kembera ku tê de teqemenî hebû bikaranî û di encama êrîşa xayîn de hat şehîdkirin.”

Êrîş di wexta Kahtani û fermandarên ku pêve girêdayîne civînê dikirin, di wexta civînê de pêkhatiye.

Li gor ragihandina SOHRê; el-Kahtani bi tewana ku bi dijmin re têkiliyan daniye, 7 meh di zîndana partiya xwe de mabû û di 7ê Adarê de serbest berdabûn.

Navê esasî yê Kahtanî, Meyser Ali Evdila Ciburi ye di sala 1976an de li Iraqê hatiye dinyayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin