Li Kelarê rojnamevanekî Kurd ji ber Koronayê can da

Li Kelarê rojnamevanekî Kurd ji ber Koronayê can da

PeyamaKurd - Li bajarê Kelarê, rojnamevanekî Kurd bi Koronayê can da.

Li gor Berpirsê Nexweşxaneya Qela ya Kelarê Dr. Helgurd Mihemed diyar kir, îro danê sibê rojnamevan Hêriş Mihemed ku wek Hêriş Sengerî dihat naskirin û li nexweşxaneya me hatibû razandin, can da.

Dr. Helgurd Mihemed da zanîn, ew rojnamevan çend roj berê bi Koronayê ketibû û li nexweşxanê hatibû razandin.

Hêriş Mihemed Ehmed ku wek Hêriş Sengerî dihat naskirin, 36 salî ye û niştecihê qezaya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê û parêzgeha Silêmaniyê bû û pêştir weke rojnamevan di çend dezgeh û saziyên medyayî de li Herêma Kurdistanê kar kiriye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin