Neteweyên Hevgirtî rapora sûcên ser yên Beser Esed belav kir

Neteweyên Hevgirtî rapora sûcên ser yên Beser Esed belav kir

PeyamaKurd – Komîsyona Lêkolîna Sûriyê ya Neteweyên Hevgirtî li ser Sûriyê raporekî belav kir û di raporê de bi xurtî behsa sûcên şer yên li Sûriyê çêbûne kir. Di rapora Neteweyên Hevgirtî de di beşa Sûriyê de weha dibêje:

“Dahatûya bi deh hezaran mirovan ku ji aliyê hêzên hukumeta Sûriyê de bi zorê hatine wendakirin, ne diyare.”

Komîsyona lêpirsînê balê dikşîne ser sûcên şer ku bi hezaran kes ji aliyê hukumeta Sûriyê de keyfî hatine binçavkirin an wan zîndanî kirine û ‘di çarçova binçavkirinê de sûcên şer û li dijî mirovahiyê sûc hatine kirin.’

Di raporê de her weha tê gotin ku terefên dinan yên şer li Sûriyê mirovan bi awayekî keyfî ji azadiya wan bi awayeka li dijî qanûn wan ji mafên wan bêpar hiştine û wan terefan sûcên ji dil kirine.

Rapora ku li ser rejîma Sûriyê hatiye amadekirin 30 rûpele, bingeha raporê li ser qurbanî û şahidên bûyeran ji sala 2011 an heya dawiya sala 2020 an li ser hevdîtinên ku hatine kirin ava bûye. Di raporê de wêne, video, dîmenên ji satalaytê, belgeyên fermî û rapor ji gelek çavkaniyan hatine lêkolîn û hatiye amadekirin.

Her weha bo amadekirina raporê ji 100 navendî zêdetir baregehên binçavkirinê, ji belgeyên dîrokî, ji îhlalên binçavkirinan, ji lêkolînên li ser wan hatine kirin fêde dîtine û raporê amade kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin