Yekem peyama Serokê nû yê TCMBê: Em ê pêsekiyê bidin aramiya buhayê

Yekem peyama Serokê nû yê TCMBê: Em ê pêsekiyê bidin aramiya buhayê

PeyamaKurd - Serokê Banka Navendî ya Tirkiyeyê Fatih Karahan, piştî dest bi erka xwe kir, di daxuyaniya xwe ya yekem de ragihand ku ew ê pêşekiyê bidin aramiya buhayê.

Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB), têkildarî erkdarkirina Fatih Karahan a ji serokatiyê re daxuyaniyeke çapemeniyê belav kir.

Di daxuyaniya TCMBê de hate diyarkirin ku bi biryarnameya Serokkomar a ku di Rojnameya Fermî de hate weşandin, Dr. Fatîh Karahan ê ji 28'ê Tîrmeha 2023'an vir ve erka cigiriya serokatiya bankê dikir, weke Serokê Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê hatiye tayînkirin.

Piştî vê daxuyaniya çapemeniyê Fatîh Karahan di nirxandina xwe ya yekem de got, "Armanc û pêşekiya bankayê ew e ku em aramiya buhayê pêk bînin. Di vî alî de em bi tîma xwe ya xirt re, bi biryardarî xebatên xwe yên ji bo ewlekirina enflasyonê didomînin. Em bi biryar in ku heta enflasyon bigihije asta ku me kiriye armanc, em şidandina pareyî ya pêwîst biparêzin. Em hêvîyên enflasyonê û bizavên buhayê ji nêz ve dişopînin. Em ê teqez destûr nedin ku di nîşaneyên enflasyonê de têkçûn pêk bê.

Seroka berê ya Banka Navendî ya Tirkiyeyê Hafize Gaye Erkan, roja Înê dest ji karê xwe berdabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin