Erdogan: Xwezî Esed bihata Ozbekistanê, min ê pê re hevdîtin bikira

Erdogan: Xwezî Esed bihata Ozbekistanê, min ê pê re hevdîtin bikira

PeyamaKurd – Nivîskar Abdulkadîr Selvî diyar kir ku Erdogan gotiye: “Xwezî Esed bihata Ozbekistanê, min ê pê re hevdîtin bikira.”

Nivîskarê rojnameya Hurriyet Abdulkadîr Selvî ku weke rojnamegerê nêzîkî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tê nasîn, îro di nivîsa xwe de eşkere kir, serdana Erdogan ji bo Şangayê di civîna lijneya rêvebirinê ya biryardayîna navendî ya AK Partî de tê axaftin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar dike: “Esed beşdarî civîna Şangayê nabe.”

Herwiha li ser vê gotinê Erdogan jî bersivek da û eşkere kir: “Xwezî Esed bihata Ozbekistanê, eger bihata min ê ligel wî hevdîtin bikira. Lê ew nayê. Eger bihata min ê ji wî re bigota 'Ji ber helwesta te Sûriye hatiye asta perçekirinê. Te ji bo parastina desthilata xwe bi opozîsyonê re şer kir. Te tenê xaka xwe ya li ber destê xwe parast, lê xakên mezin nekarî biparêzî'.”

Di  berdewamiyê de li gor gotina Selvî Serokomarê Tirkiyê gotiye: “Me wê çaxê ji wî re got, ‘Eger tu wiha bikî, Suriyê tê perçekirin’ lê guh neda me. Ji bo opozîsyonê digot, ‘Komeke qelebalix e lê çekên wan tune’ nedifikiriya ku Rûsya û Amerîka wê biketa Sûriyê. Eger bihata Ozbekistanê min ê van gotinan li ber rûyê wî bigota.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin