PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku ji bo beşdarî Forula Enerjiyê ya Cîhanî (28-29ê Adarê) bibe li Îmaratê ye, bi Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran a Îmaratê Mihemed Ebdulla El Qerqawî re civiya.
Hat ragihandin ku di civînê de, guftûgo derbarê pêngavên ber bi sîstema elektronî û dabînkirina derfetên kar ji ciwanan hate kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hesabê xwe yê Twitterê got: “Bi Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran a Îmaratê Mihemed Ebdulla El Qerqawî re, me bi dirêjî guftûgo derbarê pêngavên ber bi sîstema elektronî û dabînkirina derfetên kar ji gencan re û herwiha ji bo piştevaniya kompanyayên nû kirin.”
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Me li ser hevkariya ji bo pevguhartina ezmûna her du aliyan û herwiha fêrbûna ji pêşketina mezin a Dubey di pêşkêşkirina xizmetguzariyên giştî ji welatiyan re, li hev kir.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê li Îmaratê beşdarî Foruma Cîhanî ya Enerjiyê bibe ku di navbera rojên 28-29ê Adarê li bajarê Dubey birêve diçe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin