YNK û PDK li ser babeta hilbijartinê dicivin

YNK û PDK li ser babeta hilbijartinê dicivin

PeyamaKurd – Piştî destnîşandkirina roja hilbijartinên Kurdistanê ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan YNK û Partiya Demokrata Kurdistanê PDK biryara civîne heyetên xwe dan. Di civînê de wê li ser ramanên cuda yên her dû partiyan yên di navbera PDK û YNK ê danûsitendinan bikin.

Di civînê de wê ji YNK ê serokê grûba meclisê Ziyad Cebar hebe û ji bo Rûdawê ragihandiye:

“Di wextekî nêz de, em ê bi PDK ê re hevdîtin bikin û li ser ramanên me yên cuda em ê biaxifin. Wê pêvajoya hilbijartinê çawa bimeşe, em ê fikrên hev ji hev re ragihînin.”

Li ser mijara hilbijartinê, heyetên her dû partiyan bi partiyên din yên Kurdistanî re jî axifîne, li ser gelek xalan lihev kirine lê li ser mijara 11 kursiyên parlementoyê wê çawa dengan bikarbînin hêj lihev nekirine. Di mijarê de ji PDK ê Hawar Muhammed ku berpirsê rêvebiriya hilbijartinaye, ragihandiye ku ji bo hilbijartinan amade ne û ragihandiye ku:

“Di babeta hilbijartinan de ne bi YNK ê re û ne bipartiyên din re pirsgirêka me heye. Di roja destnîşandkirî de em ji bo hevdîtinê amade ne.”

Heyetên hiklbijartinê yên PDK ê û YNK ê di 8 ê adarê de civiyabûn û di 11 ê adarê de bi 8 partiyên din yên parlementoyê de jî civîn kiribûn. Di 11 ê adarê de li ser hinek xalan lihev kiribûn.

Berdevkê serokatiya Herêma kurdistanê Dilşad Şahab ragihandibû ku wê di 18.11.2023an de hilbijartin bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin