PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro duşemê 11ê Îlonêli paytext Hewlêrê pêşwazî li Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski û şanda pê re kir.
Hate ragihandin ku mijara sereke ya hevdîtinê, gotûbêjkirina mafên destûrî û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê yên di yasaya budçeya federal de bû.
Mesrûr Barzanî eşkere kir ku mixabin hinek alî hene dixwazin bi awayekî nerewa û li derveyî yasaya budçeyê, serederiyê ligel Herêma Kurdistanê bikin, di demekê de ku şanda danûstankar a Herêmê data û zanyariyê bi hûrgilî û xwegirêdana bi belgeyên yasayî û destwerdanên wan pêşkêşî aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal kirine. Loma pêwîst e wek parêzgehên Iraqê, mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê jî were şandin û mafên wan neyên binpêkirin.
Hat diyarkirin ku herdu alî hevnêrîn bûne li ser girîngiya çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê û bi rêya gotûbêj û danûstandinan.
Di civînê de mijar li ser bûyerên van demên dawî yên Kerkûkê jî hate axaftin û hate destnîşankirin, divê ji bo vegera baregehên PDKê rewş bê asayîkirin û asayîş û seqamgîriya Kerkûkê were parastin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin