Di serê Hîndû û Misilmanan de 7 kes hatin kustin

Di serê Hîndû û Misilmanan de 7 kes hatin kustin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 7ê Tebaxê roja duşemê di navbera Hindû û Misilmanan de li eyaleta Haryana ya Hindistanê pevçûn çêbûn ku di encamê de 7 kes hatin kuştin.

Polîsê Hindistanê daye xuyakirin, piştî ku hefteya borî karwaneke Hindû êrîş biriye ser taxeke Misilmanan, gorek û çend otomobîl hatine şewitandin û dikan jî hatine talankirin. Li gorî polîs heta niha 7 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku şeva Yekşemê jî ji nû ve pevçûnên hîndû û misilmanan dest pê kirine û heta serê sibeha roja duşemê berdewam kirine ku çend kesan agir berdane goreke Misilmanan.

Alîkarê Efserê Navçeya Panipat Mayank Mishra gotiye, 3 bûyerên têkdana dikanan li navçeyê rûdane, şeş kes hatin desteserkirin.

Beşek ji Misilmanan Serokwezîrê Hindistanê tometbar dikin ku serederiyeke dadperwerane ligel wan nekiriye, di demekê de ku hikûmet van tometan red dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin