Serokomarê Gabonê ji dinyayê alîkarî xwest

Serokomarê Gabonê ji dinyayê alîkarî xwest

PeyamaKurd – Serokomarê welatê Afrîka Gabonê Alî Bongo ku ji aliyê leşkerên welatê xwe ve hatiye desgirkirin, ji mala ku lê girtî ye peyameke bangewaziya alîkariyê belav kir.

Alî Bongo dibêje; "Van mirovan ez destgir kirim. Kurê min li cihekî tê girtin. Hevjîna min ne ligel min e. Ez jî di mala xwe de me, nizanim çi diqewime. Ji dostê me û dinyayê re dibêjim, tiştekî bikin, deng derxin.”

Hate zanîn ku serokê Gabonê li mala ku tê de hatiye girtin, bi peyameke vîdyoyî ev bang kiriye.

Hêjayî gotinê ye, piştî welatê Afrîka Nîjerê, hêzên çekdar li Gabonê jî dest danîne ser rêveberiya welat ku ji xwe re dibêjin, Komîteya Veguhêz û Restorasyonê (CTRI),

CTRIyê 26ê Tebaxê ragihandibû ku hilbijartin hatine betalkirin û sînorên welat jî ji derve re têne girtin. Alî Bongo yê 64 salî ji 2009an ve serokomarê Gabonê ye ku bavê wî Omer Bongo jî 41 salan li ser deshilatê mabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin