Medya Tirk: AKPê dest bi amadekariya lîsteyên hilbijartinê kir

Medya Tirk: AKPê dest bi amadekariya lîsteyên hilbijartinê kir

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Tirk, piştî karesata erdhejên Mereşê yên nêzî 50 hezar welatiyan can da û nîqaşên paşxistina hilbijartinên seroktî û parlamentoyê yên Tirkiyeyê dest pê kiribûn, AKPê biryar daye ji bo hilbijartinan 14ê Gulanê destnîşan bike.

Rojnameya Hurriyyet a nêzî deshilatdariya AKPê, ragihandiye ku biryare AK Partî di civîna roja Çarşemê ya koma partiyê de, 14ê Gulanê wekî roja hilbijartinan diyar bike û di wê çarçoveyê de jî dest bi xebatên amadekarina lîsteyên namzedên parlamenteriyê kiriye.

Herwiha hatiye gotin ku hîn AK Partiyê li ser parlamenterên 3 serdeman hatine hilbijartin û ji nû ve bibin namzed biryar nehatiye dayîn, lê heta niha 12 serokên bajaran ên AKPê jî ji bo bibin namzed îstifa kirine û wê 18 serokên din jî piştî ku Erdogan roja hilbijartinan ragihîne îstifaya xwe bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin