Medya tirkî: 3 PKKyîyan jîyana xwe ji dest da û Riza Altun jî brîndar bû

Medya tirkî: 3 PKKyîyan jîyana xwe ji dest da û Riza Altun jî brîndar bû

PeyamaKurd - Medya tirkî îdia dike ku di encama operasyoneke asmanî da endamê desteya rêveber a PKKê Riza Altun birîndar bûye û 3 endamên din ên PKKê jî jîyana xwe ji dest dan e.

Ajansa Fermî ya Tirkiyê Ajansa Anadoluyê (AA) ragihand ku MÎT, hêzên esmanî û serokerkaniya Tirkiyê di 21ê adarê da li Qendîlê li dijî PKKê operasyoneke hevpar encam dan e.

Di heman nûçeyê da dihê gotin ku, wesayîta endamê desteya birêveber a KCKê û berpirsyarê payebilind ê komîteya karên derve ya PKKê Riza Altun ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin û di encama wê bombebaranê da bi giranî birîndar bûye. 

Hat dîyarkirin ku di encamê da Riza Altun birîndar bûye, lê berdevkê PKKê Serhat Warto, Berpirsê Têkîlîyên Derve yê PKKê Mîkaîl Ozdemîr (Navdar), berpirsê PKKê yê Qendîlê Sînan Sor canê xwe ji dest dan e.

Ji alîyê din ve PKKê heta niha derbarê vê êrîşê da tu daxûyanî neda ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin