Biden: Redkirina encaman, dê welêt ber bi aloziyan ve bibe

Biden: Redkirina encaman, dê welêt ber bi aloziyan ve bibe

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, beriya Kongreya ku dê di rojên pêş de ji bo ewlehiya beriya hilbijartinan bê lidarxistin, daxuyaniyek da. Biden diyar kir ku redkirina encamên hilbijartinan, dê welêt ber bi aloziyan ve bibe.

Joe Biden, di çalakiya Partiya Demokrat de ku li Washingtonê hat lidarxistin de di derbarê Kongreya 8ê Mijdarê ya navberê de axivî.

Biden di axaftina xwe de êrîşa ku di 28ê Cotmehê de li dijî hevjînê Seroka Meclisa Nûneran Nanciy Pelosi hatibû kirin bi bîr xist û eşkere kir ku êrîşên bi vî rengî, li dijî gelek endamên Kongreyê hene.

Serokê Amerîkayê, serdegirtina Kongreyê ya 6ê Rêbendana 2021ê jî bi bîr xist û got,

“Demokrasiya Amerîkayê, di bin êrîşan de ye lewra serokekî ku bi bin ketiye (Donald Trump) encamên hilbijartinan red kiribû. Vîna mirovan red kiribû, rastiya bi binketina xwe red kiribû û erka xwe di rêya xirab de bi kar hanîbû.”

Biden li ser hilbijartinên navberê yên Kongreyê bang li xelkê kir ku her kes dengên xwe bi kar bîne û li ser hin kesên ku hilbijartinên 8ê Rêbendanê qebûl nekiribûn jî got,

“Ev rewş, dê Amerîkayê ber bi aloziyan ve bibe. Ev bûyer, beriya niha nehatiye dîtin. Ev, helwesteke bê hiqûqî ye û li Amerîkayê nayê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin