Tehran bo Amerîkayê: “Ev bazirganî we eleqedar nake”

Tehran bo Amerîkayê: “Ev bazirganî we eleqedar nake”

PeyamaKurd- Berdevkê hukumeta Îranê Elî Rebî’î ragihand ku ew, bê bi Amerîkayê paxav bikin, wê bi Venezuellayê re bazirganiya xwe bidin dewam kirin. Li gor ragihandina Rojnamevanên Ciwan yên bi ser televizyona dewletê ya Îranê; Rebî’î, nerazîbûna Amerîkayê bo bazirganiya Îranê bi Venezuellayê re şirove kiriye. Rebî’î weha gotiye:

“Îran û Venezuella her dû dewletên serbixwe ne. Wê bazirganiya Îran û Venezuellayê dewam bike. Em mal difroşin û ji dêlve mal distînin. Ev bazirganî ti kesê eleqedar nake. Em mecbûrin petrola xwe bifroşin û bo firotanê alavên me hene.”

Li aliyê dinê, di medya Îranê de tê gotin ku Amerîka bo pêşî li ber firotina petrola Îranê bo Venezuellayê bigre, 4 keştiyên şer û balafirekî dewriyê şandiye Karayîbê.

Li gor ragihandina ajansa nîv-fermî ya Îranê ya bi navê Fars Xeberê, Îran tesbît kiriye ku Amerîka bi balafira dewriyê ya bi navê P8-Poseidon re, keştiyên şer yên bi navên USS Detroit, USS Lassen, USS Preble û USS Farragut şanidye Karayîbê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin