Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

PeyamaKurd Îro Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî civînê li dar dixe û çend mijarên giring gotûbêj dike.

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 7ê Mijdara 2022an bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive.

Fermangeha Medya û Zanyariyan da zanîn, beşa yekem a civînê wê ji bo pêşkêşkirina encamên serdan û hevdîtinên şanda danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Federal were dabînkirin.

Beşa duyem a civînê wê ji bo pêşkêşkirina pirsa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê be.

Herwiha di beşa sêyem de, têbîniyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê li ser projeyayasaya Wezareta Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Federalî tên pêşkêşkirin ku berovajî destûra Iraqê hatiye amadekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin