PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge bi nameyekê biryar da ku xanenişîna xwebexş di nav Pêşmerge de rawestîne.
Wezareta Pêşmerge di nameya xwe ya roja 4ê Îlona 2022yan de ji hemû yekîneyên Wezareta Pêşmerge re hatiye şandin de, biryareke nû ji bo xanenişînkirina Pêşmerge da.
Li gor di nameyê de hat eşkerekirin: “Biryar hat dayîn ku xanenişîna xwebexş a hemû efser, pile û Pêşmergeyan wê heta demeke nediyar were rawestandin.”
Herwiha li gorî wê nameyê, xanenişîna xwebexş ku li gorî madeya 1 a yasaya hejmar 38 ya xizmetguzarî û xanenişîniya Pêşmerge tê kirin, wê were rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin