PeyamaKurd - Deriyê sînorî yê Sêmalka-Pêşabûr ku tekane dergehê çûnûhatinê ye di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, roja Şemiyê 30yê Gulanê ji çûnûhatina welatiyan re tê vekirin.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi sedema metirsiya belavbûna vîrusa koronayê ji 1ê Adarê ve derîyê Sêmalka ji çûnûhatina welatiyan re girtibû.
Rêveberiya Deriyê Sêmalka ragihandiye ku ji roja Şemiyê ve welatiyên li Başûrê Kurdistanê asê mane, dikarin di deriyê Sêmalka re vegerin Rojavayê Kurdistanê û herwiha kesên dixwazin bi yekcarî jî vegerin Rojavayê Kurdistanê, derî li pêş wan vekirî ye.
Hat diyarkirin ku li ser derbasbûna welatiyan ji Rojavayê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê jî hîn biryareke nehatiye standin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin