PeyamaKurd - Bi hinceta ku ‘heqaret’ li parlamentarê AKPê Îbrahîm Halîl Yildizê ku mirovên wî mêr û zarokên wê kuştibûn û doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin.
Li navçeya Pirsûsê (Sirûcê) ya parêzgeha Rihayê, 14ê Hezîrana 2018ê di dema kampanyaya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Xelîl Yildiz du kur û mêrê Emîne Şenyaşar kuştibûn. Kurekî Emîne Şenyaşar di dikana xwe de û kurek û mêrê wê jî li nexweşxaneyê bi awayekî hovane hatibûn kuştin. Lê Serdozgeriya Rihayê 3 sal zêdetire li ser bûyera nexweşxaneyê doz venekiriye.
Malbata Şenyaşar 186 rojin bi armanca derbarê dosya li nexweşxaneyê de doz were vekirin û bi daxwaza dîtina serdozger çalakiya rûniştinê dikin. Lê belê Serdozgeriya Komarî ya Rihayê derbarê Emîne Şenyaşar de, bi îdiaya di axaftinê xwe de yên li pêş avahiya dadgehê “heqaret li rayedarên dewletê” kiriye doz vekir.
Di îdianameyê de Parlamenterê AKPê Îbrahîm Xelîl Yildiz wek kesê gilî kiriye hatiye tomarkirin û li gor îdianameyê 4 sal cezayê girtîgehê ji Emîne Şenyaşar re tê xwestin.
Hat ragihandin ku îdianame ji aliyê Dadgeha Rihayê ve hat qebûlkirin û rûniştina yekem a doza Emîne Şenyaşar wê di 12ê Mijdarê de pêk were.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin