PeyamaKurd- Servîsa Îstixbarata Derve ya Rusyayê (SVR) îdia kir ku Amerîka dê piştgiriya çekan bide "komên radîkal ên îslamî" yên li Suriyeyê û ew dixwazin pevçûnên li wî welatî ji nû ve gur bikin.
Rêveberê SVR Nariskin, bi rêya daxuyaniyekê got ku “Amerîka berdewam dike ku komên radîkal ên îslamî yên di bin kontrola xwe de li Suriyê bi kar bîne da ku pozîsyona hikûmeta rewa ya di bin kontrola Beşar El Esad de lawaz bike.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rêxistina terorîst a IŞÎDê û wiha hat gotin: "Amerîka û Brîtanya, bi rêya van pêkhateyan li herêmên dûr ên welêt bi pêkhateyên binerd ên IŞÎDê re dixebitin."
Li gorî daxuyaniya SVRê, "Pirsgirêka çekdarkirina IŞÎDê li baregeha leşkerî ya El Tanf a Amerîkayê li parêzgeha Humsê ya Suriyê tê çareserkirin. Çend kamyonên bi çar teker bi mîtralyozên qalibê mezin û her wiha moşekên MANPADS, TOW û NLAW yên li dijî tankê yên gerguhêz dê di demeke nêzîk de radestî komên ku ava dikin werin kirin. "
SVR amaje bi wê yekê kir ku erka komên çekdar ew e ku li başûrê rojavayê Suriyê (Suveyda û Daraa) û herêma rojhilatê çemê Firatê (Reqa û Dêrezor) şer û pevçûnan teşwîq bikin û îdia kir ku komên çekdar ji 300 kesan pêk tên.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku komên çekdar piştî ku werin perwerdekirin dê êrîşî hedefên leşkerî yên Suriye û Îranê bikin û wiha hat gotin:
"Patronên wan plan dikin ku hin terorîstan li paytexta Şamê bi kar bînin. Di nav plansaziyê de revandina leşkerên Rûs û Îranî jî hene.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin