PeyamaKurd – Amerîkayê hewldana duyemîn a Koreya Bakur ji bo danîna satelîtek sîxûrî li ortê şermezar kir.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya Qesra Spî de hat destnîşankirin ku her çend ev hewldan bi ser neket jî, "biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) binpê kir."
Hat destnîşankirin, însiyatîfên bi vî rengî "ragiriya di navbera welatan de zêde kir" û "xetera bêîstiqrariyê bi têkbirina hawîrdora ewlehiyê ya li herêmê" zêde kir.
Di daxuyaniyê de xebatên avêtina moşekan ên Koreya Bakur hatin şermezarkirin û welatên din jî ji bo şermezarkirina vê hewldanê hatin vexwendin.
Di daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin, divê Koreya Bakur demildest dawî li xebatên xwe yên provokatîf bîne, hat gotin ku "Hê jî deriyên dîplomasiyê nehatine girtin."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Amerîka ji bo ewlehiya gelê Amerîkayê û ji bo parastina Koreya Başûr û hevalbendên wê yên Japonî dê hemû tedbîrên pêwîst bigire."
Di daxuyaniya hat dayîn de hat destnîşankirin, di hewla avêtinê de teknolojiyên ku di bernameya mûşekên balîstîk ên navparzemînî yên Koreya Bakur de tên bikaranîn hene, hat destnîşankirin ku ekîba ewlekariya neteweyî ya Serokê Amerîkayê Joe Biden rewşa bi hevalbendên welêt re nirxand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin