NBC News TV: Kesê êrîsê Trump kir, dronê bikaraniye û pasî li Trump xistiye

NBC News TV: Kesê êrîsê Trump kir, dronê bikaraniye û pasî li Trump xistiye

PeyamaKurd - Thomas Matthew Crooks ê ku xwest serokê berê û hem namzedê partiya Komarî yê Amerîkayê Donald Trump bikuje, di ereba wî de balafira bê mirov an ku İHA û alavên İHAyê ketin dest.

Hat ragihandin ku berya Trump dest bi axaftina xwe bike, Thomas Matthew di ser seha mîtîngê de balafirê firandiye bê ka dikare ji kîjan aliyê de li Trump bixe û ciyê lêdanê wisa tesbît kiriye.

Madem serwîsa îstîxbaratê tesbît kiriye ku kesê hewla kuştinê kiriye, dronê bikaraniye çawa îznê dane ku balafirê an dronê bikarbîne.

Li ser mijarê, lêpirsîn dewam dike, wezareta karên navxwe beşa serokatiya mufettîşan 3 lêpirsînan da destpêkirin bê serwîsa xef çawa tedbîran sitendiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin