PeyamaKurd - Serokên du partiyên sereke yên opozîsyona Tirkiyeyê li ser pirsa hilbijartinên şaredariyan îro dicivin.
Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro dê serdana baregeha Iyî-Partiyê bike û bi seroka wê Meral Akşener re bicive.
Li gor zanyariyan, rojeva sereke ya civînê pirsa hevpeymaniya CHP û Îyî-Partiyê di hilbijartinên şaredariyan de ye.
CHP û Iyî-Partî di sê hilbijartinên dawî yên Tirkiyeyê de hevpeyman bûn, lê Meral Akşenerê ragihandibû, ew ê bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinên şaredariyan bibin.
Tê pêşbînîkirin ku hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyeyê di Adara 2024’an de bên kirin. Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê jî ji bo hilbijartinan, dest bi amadekariyan kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin