PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li navça Geverê bi tevlîbûna komeleyên civaka sîvîl, mûxtar û rûsipiyên Geverê di encama civînê de biryarê dan ku ji bo her sê rojan xwarina taziyê rakirine û taziye di navbera seet 13.00 û 18.00an de be.
Di nava kesên tevlî biryarê bûne de, Oda Esnaf û Sanatkaran, Oda Bazirganiyê, Oda Çandiniyê, Oda Ajotvanan, muxtarên taxan an gundan û mezinên eşîran hebûn.
Kesên tevlî civînê bûn ragihandin ku ji bo barê xwediyê taziye sivik bikin, biryarê dane û hem di salên dawiyê de dayîna xwarinan ji bo malbatên taziyan barekî zêde mezin yê maddî bi xwe re tîne. Hem ne şerte di taziyan de xwarin bê dayîn. Ew ji bo rojên berê wexta ku derfetên çûnûhatinan tinebûn mecbûren xwarinê didan mêvanên ku ji dûr hatine lê niha teknolojî pêşketiye û herkes dikare here mala xwe.
Rakirina xwarinê zerarê nade çanda xelkê û herkesê bixwaze dikare here mala taziyê taziya xwe bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin