PeyamaKurd - Li Bakurê Kurdistanê ji 6ê Sibata 2023yan vir ve ku bi du erdhejên wêranker bû sedema mirina zêdetirî 50 hezar kesan, liv û tevgera erdhejan ranewestiya ye.
Li navçeya Goksun a bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê ku navenda herdu erdhejên mezin ên meha Sibatê bû, îro 21ê Tebaxê careke din erdhej çêbû.
Li gorî ragihandina Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD), îro 21ê Tebaxê li demjimêr 16:41ê li navçeya Goksun Mereşê, bi hêza 4.1 pile û kûrahiya 5.17 km erdhejekê rû da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin