PeyamaKurd- Rêvebirê Dozgeriya Taybet ya Ûkraynayê ya bo Têkoşîna bi Gendeliyê re Nazar Holodnitskiy ragihand ku cîgirê berê yê serokê Amerîkayê Joe Biden û kurê wî Hunter Biden nexistine nava lêpirsînê. Holodnitskiy tevlî bernameyeka radyoyê bû û di derbarê Biden û kurê wî de beyanan da. Holodnitskiy ragihand ku Hunter Biden endamê rêvebiriya şîrketa energiyê ya Ûkraynayê ya bi navê Burismayê bû û lêpirsîna Burismayê di sala 2017an de qediyaye û weha dewam kir:
“Ne Joe Biden û ne kurê wî Hunter Biden îfadeyên wan nehat sitendin. Lêpirsîna ku 2 sal dewam kir, bi sedema ku ti delîl nehat dîtin, dosya hat girtin.”
Hefteya berê rojnama Wal Street Journal di xeberekî xwe de belav kiribû ku serokê Amerîkayê Trump di axaftina telefonê de ku di meha tebaxê de bi serokê Ûkraynayê re, bi Vladimir Zelenskir re kiribû, jê xwestibû ku di derbarê kurê Joe Biden Hunter Biden de lêkolînan bike.
Bi sedema ku Joe Biden namzedê serokkomariya Amerîkayê ye, lewra Trump di derbarê wî de dixwaze agahiyan bide hev da di eleyhiya wî de bikarbîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin