Li Sêrtê kirina çalakiyan ji bo 2 hefteyan hat qedexekirin

Li Sêrtê kirina çalakiyan ji bo 2 hefteyan hat qedexekirin

PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Sêrt a bakûrê Kurdistanê ji bo 2 hefteyan kirina çalakiyan qedexe kir. Sedema qedexeyê jî çalakiyên ku dibe ji terefê PKK ê de bibin, ji bo ber li wan bigre hat nîşandan.

Çalakiyên ku hatine qedexekirin li navenda bajarê Sêrtê û temamê qezayê dê nebin. Di nav çalakiyan de meş, vekirina stendan, vegirtina konan, ragihandina çapemeniyê, merasima cenazên qelebalix û kiryarên weka wan hene.

Eger rêxistinekî an kesekî bixwaze çalakiyekî bike, divê ji hêzên asayîşê û parêzgehê îznê bistîne. Qedexe ji 12ê Tebaxa 2023an seet ji 00.01ê destpêdike û heya 26ê Tebaxê seet 23.59an dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin