Mesrûr Barzanî: Yek ji rûyê ronahî yê Herêma Kurdistanê jîyana astiyane ye

Mesrûr Barzanî: Yek ji rûyê ronahî yê Herêma Kurdistanê jîyana astiyane ye

PeyamaKurd –  Serokwezîr Mesrûr Barzanî Cejna Akîtu ya Asûrî, Suryanî û Keldaniyan pîroz kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku bi helkefta hatina Sersala Babîlî ya Asûrî û Cejna Akîtuyê peyameke pîrozbayî belav kir, got:

“Ez bi helkefta Cejna Akîtu û Sersala Asûrî-Babilî ya li Kurdistan û Iraqê li gelên Keldanî, Asûrî û Suryanî yên li Kurdistan û Iraqê pîroz dikim. Hêvî dikim ku sala nû bibe wesîleya aştî û aramiyê û dawî li hemû neyînîyan bîne.

Yek ji rûyê geş yê Herêma Kurdistanê, pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên olî û netewî de ye. Hêvîdarim ev rengrengî û aştî hîn zêdetir pêş bikeve. Divê em hemû bi hev re ji bo pêşketina zêdetir a Kurdistanê kar bikin.

Cejna Akitu pîroz be, ez hêvî dikim ku ev cejn her sal di nav xweşî û aramiyê de derbas bibe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin