Hackeran belgeyên nepen ên çekên NATOyê dizîn û dan ber firotinê!

Hackeran belgeyên nepen ên çekên NATOyê dizîn û dan ber firotinê!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komeke hackeran belgeyên nepen ên derbarê çekên ku NATOyê ji Ukraynayê re şandine dizîn û li ser înternetê jî dan ber firotinê.

Li gorî zanyariyan, hackeran belgeyên nepen ên sêwirandina çekên kompaniya MBDA a çekdan dide NATOyê û hilberîna fuzeyan dike, dizîne û li ser înternetê jî dane ber firotinê.

Hat diyarkirin ku NATOyê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin û kompaniya çekan a MBDA jî ew bûyera dizîna belgeyan piştrast kiriye û wekî tawanekê pênase kiriye.

Kompaniya navenda wê li Fransayê ye diyar kiriye ku belge ji ser flaş beleka nepenîbûna wê hatiye binpêkirin hatine dizîn û wan ligel saziyên pêwendîdar ên Îtalyayê lêkolîn li ser kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin