PeyamaKurd- Papa Franciscus, di xîtaba gel a li Qada Ezîz Petrûsê de bi awayekî sergirtî Rûsya rexne kir. Papa Franciscus di axaftina xwe de got ku Mariupol bi awayekî hovane tê tunekirin û dema dikeve bîra min, ez pê diêşim.
Rêberê rûhanî yê Katolîkan Papa Franciscus, li Qada Ezîz Petrûsê xîtabî bi hezaran kesan kir û di wê xîtabê de bal kişand ser rewşa Ukraynayê. Papa Franciscus got ku ew, ji ber şer gelek xemgîn e. Papa Franciscus, rewşa ku tê jiyandin wekî ‘felişîna dijwar a mirovahiyê’ pênase kir. Papa bang kir ku kesên li Mariupolê asê mane, bi korîdorên mirovî werin veguhestin. Papa bi gotina ‘Mariupol bi awayekî hovane tê tunekirin’ bi awayekî sergirtî jî Rûsya rexne kir.
Papa di nav axaftina xwe de got ku bi taybetî dema ew kesên bê parastin dikevin bîra min, dema temendar û zarok dikevin bîra min, ez diêşim û digirîm.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin