HSDê li Kampa Holê hewldana reva DAISiyan têk bir

HSDê li Kampa Holê hewldana reva DAISiyan têk bir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku HSDê 2 çekdarên DAIŞê yên hewl dan ji Kampa Holê birevin desteser kir û hewldana wan têk bir.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, tîmên operasyonên leşkerî yên girêdayî hêzên wan hewldana reva 2 endamên ˊEşbal El Xîlafeˊ ku xwe di kampê de veşartibûn, têk bir û kesê destê wî di revandina endamên terorîst de hebû, desteser kir.

HSDê diyar kir, piştî şopandinê hêzên wan bi ser cihê veşartina 2 endamên ˊEşbal El Xîlafeˊ yek Endonezyayî û yê din Turkistanî de girt.

Hate eşkere kirin ku HSDê tevî qaçaxçiyê wan ê sûriyeyî yê ji gundê Kesara yê Dêrazorê kesên girtî veguhestin saziyên taybet ên Rêveberiya Xweser.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin