Xwendekarê êrîsî kampusa zanîngeha Selahedînê kir mamosteyekî din jî kust

Xwendekarê êrîsî kampusa zanîngeha Selahedînê kir mamosteyekî din jî kust

PeyamaKurd – Xwendekarê êrîşî kampusa zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê kir û Rêveberê Fakulteya Yasa kuşt, êrîşî mala mamosteyekî din jî kir û ew jî kuşt. 

Li gor Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw diyar kir, îro danê sibê xwendekarekî 5 gule li Rêveberê Fakulteya Yasa ya Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê Diktor Kawan Îsmaîl reşand.

Herwiha diyar kir, piştî ku Diktor Kawan Îsmaîl bi birîndarî birin nexweşxaneyê jî, wî can da.

Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir, wî xwendekarê bi ser mala mamosteyê Fakulteya Endezyariyê Diktor Îdrîs Hemexan de jî girtiye û ew kuştiye.

Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî di derbarê bûyeran de îro bi daxuyaniyekê êrîşa çekdarî şermezar kir û got, ji bo parastina kampusa zanîngehê, ew ê hemû rêkarên yasayî bigirin.

Li gor çavkaniyeke ji Polîsê Hewlêrê ragihandiye, kujer kujer li nêzîkî xaleke kontrolê ya Asayişa Mela Omer hatiye desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin