PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li ser qeyrana aboriya li Ewropayê û pê ve girêdayî li ser qeyrana li Fransayê axivî. Macron diyar kir ku şerê niha li Ukraynayê dewam dike, bandoreke zêde ya neyînî li buhayan jî û li enerjiyê jî dike.
Emmanuel Macron, bi rêya qenala televîzyonê ya France 2 nirxandinên giştî û navxweyî kir û ragihand ku ‘ew di nav qeyraneke aborî re derbas dibin.’ Macron diyar kir ku berê şerê ku veguherî Ewropayê, bandorên xwe li ser buhayan û li ser enerjiyê kirin.
Serokomarê Fransayê eşkere kir ku ev yek jî bandoreke neyînî li ser jiyana Fransiyan û kompaniyên wan dike û got ku “Em îro li ser encamên pêvegirêdanên xwe, di enflasyonekê re derbas dibin.”
Li gorî agahiyên ku ji aliyê çapemeniyê ve tên ragihandin, Emmanuel Macron ragihandiye ku li Fransayê enflasyon ji % 6,5 Avro ye û li herêmê jî nêzîkî ji %10an e. Her wiha diyar kir ku zêdebûna buhayên gaz û elektrîkê yên malan jî dê di destpêka sala 2023yan de herî zêde ji %15 be û ev pêkanîna li ser buhayan, dê ji bo kompaniyên biçûk jî derbasdar be.
Macron diyar kir ku ew ê ji bo zêdebûna buhayên gaz û elektrîkê, pergaleke nû ya ji bo kompaniyan çêbikin û ew ê ji bo kompaniyên mezin, gavên nû bihavêjin.
Her wiha Macron bal kişand ser rewşa xwendekaran jî û da zanîn ku bandora vê qeyranê gelek li xwendekaran kiriye û ew ê li kafeterya û restoranan ji bo wan, gava lîsteya xwarinê ya bi 1 Avroyî hîn zêdetir bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin