PeyamaKurd – Dadgeha Hûsiyan ya li Yemenê bi sedema 11 parlementer destekê didin hukumeta Yemenê, dadgeha Hûsiyan wan bi cezayê darvekirinê ceza kir.
Serokê heyeta parastina girtiyên Yemenî û kesên bi zorê hatine wendakirin parêzer Abdulbasit Xazî, li ser biryara dadgehê di ser hesabê xwe yê facebookê de agahiyan da. Li gor Xazî; dema darizandinê parlementer ne li dadgehê bûn. Pirsa dadgehê bo 11 parlementeran ew bû ku di sala 2019 an de tevli hilbijartina serokê meclisa Hadramewtê bûne.
Dadgeha Hûsiyan biryara îdamkirina 11 parlementeran da, biryara destdanîna ser mal û milkên wan yên li welat û derveyê welat da û temamê heyiyên parlementeran dê dewrî xezîna dewletê ya Sana yê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin