PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji çapemeniya Pakîstanê hatin ragihandin, li eyaleta Belucîstanê 2 teqînên bombeyî yên hevdem hatine kirin û di encama van teqînan de kuştî û birîndar çêbûne.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku li Quetta û Kohluya ser bi Belucîstanê ve ev teqînên bombeyî hatine kirin û di encamê de 5 kes hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.
Li gorî hûrgiliyên hatin ragihandin, di teqîna li Quettayê ya nêzîkî qereqolê de 1 jê zarok 4 kes birîndar bûne û di teqîna li Kohluyê de jî 5 kesan can dane û 6 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyên rayedarên Pakîstanê de hat ragihandin teqemeniyên destan hatine bikaranîn û rewşa 5 birîndaran jî giran e. Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê, cihên bûyerê dorpêç kirine û dest bi lêkolînan kirine.
Her wiha hat ragihandin ku Wezîrê Karên Hundir ê welêt Mir Ziaullah Langove, bûyeran bi tundî şermezar kiriye û ferman daye ku li eyaletê bergirên ewlehiyê werin zêdekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin