Newzad Hadî: Ewlehiya Hewlêrê xeta sor e, ti kes nikare dest bavêjiyê

Newzad Hadî: Ewlehiya Hewlêrê xeta sor e, ti kes nikare dest bavêjiyê

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî da xuyakirin ku piştî êrişa terorîstî ya Hewlêrê baweriya xelkê Kurdistanê bi hêzên ewlehiyê zêdetir bûye û got, li ba nûnertiyên welatên biyanî jî aramiya Hewlêrê xeta sor e û ti kes nikare destê xwe bavêjiyê.

Roja 17 Tîrmeha îsal, di encama êrîşeke terorî de li xwaringeha Huqqabaz ya bajarê Hewlêrê, dîplomatekî Tirkiyê hat kuştin û 2 welatiyên Kurdistanê jî canê xwe ji dest dabûn. Piştî demek kurt hêzên ewlehiyê karîn tohmetbaran bigirin û îtirafên wan jî belav bikin.

Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî li ser wê rûdanê ji BasNewsê re ragihandiye û gotiye: “Bi rastî rûdanek gelek nexweş bû. Lê şukur hêzên ewlehiyê karîn di nav 72 saetan de tohmetbaran bigirin û nîşan bidin ku ti kes nikare aramiya Hewlêrê xira bike.”

Newzad Hadî destnîşan kir ku piştî rûdana Hewlêrê baweriya xelkê bi hêzên ewlehiyê zêdetir bûye ji ber ku hêzên ewlehiyê di nav demek kurt de rewş kontrol kirin û tevahiya tohmetbaran girtin.

 Parêzgarê Hewlêrê da zanîn, li ba nûnertiyên welatiyên biyanî yên li Hewlêrê aramiya Hewlêrê xeta sor e û ti kes nikare destê xwe bavêjê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin