Ji bo Dadgeha Federal a Iraqê daxwaza mafê Kurdan ê vetokirinê hat kirin

Ji bo Dadgeha Federal a Iraqê daxwaza mafê Kurdan ê vetokirinê hat kirin

PeyamaKurd - Endamê firaksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlementoya Iraqê Nasir Herkî ragihand ku wan daxwaz kiriye kurd xwedî mafê vetoyê bin di dadgeha federal ya Iraqê de.

Parlementerê kurd û endamê firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê Nasir Herkî ji BasNewsê re daye xuyakirin, nakokî li ser proje qanûna dadgeha federal ya Iraqê de berdewam in.

Nasir Herkî got, endamên dadgeha federal ya Iraqê 9 kes in. 5 kes ji wan şîe ne, du kes sunnî û 2 kesên din jî kurd in.

Parlementerê kurd anî ziman, nabe dadgeha federal li gorî rêjeya piranîyê biryaran bide çimkî wê çaxê tenê bi kêfa şîeyan dibe û got, “Ev li dijî mafên kurdan e. Ji ber hindê me pêşniyar kiriye kurd xwedan mafê veto bin di dadgeha federal de.”

Herkî li ser pesendkirin yan redkirina wê pêşniyarê diyar kir, şîeyan red kirine û sunnî jî bêdeng in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin