PeyamaKurd – Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) bi daxuyaniyekê diyar kir, “belgenameyên hestiyar” di mala Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de hatine dîtin.
Li gor FBIê, Donald Trump yasaya rûbirûbûna sîxuriyê binpê kiriye û eşkere dike, belgenameyên berevaniyê yên hestiyar di mala wî de hatine dîtin.
Herwiha Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) destnîşan kir, li mala Trump dest danîne ser 33 sindoqan ku belgenameyên gelek veşarî tê de bûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, çend roj berê polîsên FBI çûbûn mala Donald Trump a li eyaleta Florida û Trump gotibû, êrîşî ser mala min kirin û mala min dorpêç kirin û endamên FBIyê mala min dagir kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin